ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Larîcanî: Piştgiriya cidî ya Îranê ji gel û dewleta Sûriyê

Serokê meclisa şêwra Îslamî ser piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji gel û dewleta Sûriyê heya derxistina terorîstan ji vî welatî tekez kir.

  Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li hevdîtina  Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê û taxima bi wî re li Têhranê,  serketinên vê dawiyê yên artêşa vî welatî li Helebê pîroz kir û tekez kir: Ev serketin nîşan didin ku  gelê Sûriyê bihêz e.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îran û Sûriye di riyeke strtejêîk de ne û got : Têhran dijberê muzakirên  li Astana Qezaqistanê nîne lê divê berjewendiyên gelê Sûriyê û parastina  yekperçetiya erdê di ewlewiyetê de be.

Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê jî li vê hevdîtin ê diyar kir: Îran tim alîgirê gel û dewleta Sûriyê bûye û helbet ev piştgirî li saya  resenatî û medeniyeta olî û çand û peywendiyên dîrokî yên du welatan  ne ecêb .

Serokwezîrê Sûriyê destnîşan kir: Serketinên  vê dawiyê yên Helebê encama hewldan û  têkoşana  gelên Îran û Sûriyê bû û ev serketina  tevî ku jibo gelê Sûriyê ye, weke serketina gelê Îranê jî tê hesabê.

Serokwezîrê Sûriyê li bara mesela agirbesê jî dfiyar kir: Agirbes nîşana  qaweta dewleat Sûriyê ye. Helbet Şam jibo serketina li hember terorîstan û damezrandina  aramiyê li Sûriyê pêşewzaiya hemî planan dike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu