NûçeRojhilatanavinSûriye

Lavrof: Dewleta Sûriyê divê herrî zûtir kontrola navçeyên bakurê rojhilata vî welatî bigire destê xwe

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir: dewleta Sûriyê divê herrî zûtir kontrola navçeyên bakurê rojhilata vî welatî bigire desrtê xwe.

Li gorî rapora Al Alamê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof roja Çarşemiyê li Moskovayê ragihand ku mijara bakurê rojhilata Sûriyê û Kêleka Rojavayî ya Çemê Firatê divê were çareserkirin û kontrola rewa ya Şamê li ser van navçeyan were sepandin.

Li gorî vê raporê, Tirkiye û Amerîka ji demek beriya niha va hewil didin ku navçeyeke qaşo ewleh li bakurê Sûriyê ava bikin, lê Şam tam l dijî vê yekê ye û wê yekê wek binpêkirina serweriya xwe ya neteweyî dizane.

Başa dön tuşu