NûçeÎranRojhilatanavin

Tengsiri: Îran xwedî mûşekên ku Amerîka nefikirî jî hene

Emîral Tengsîrî, fermandarê hêza deryayî ya Pasdarên Şoreşa Îranê, bal kişande ser wê yekê ku Îranê mûşekên ku Amerîka hizra wan jî nekiribû hene û çekên Îranê di meşqan de nîşan da ne ew çekên ku di dema şer de anîne meydanê ne.

Admiral Tengsirî got: Dijminê navçeyî li Okyanûsa Hind, Deryaya Erebî û Kendava Farsê neçar bû termên şervanên Îranî bin pê bike da ku bigihêje Îranê.

Admiral Tengsirî diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê di heyama 44 salên dorpêçan de serkeftinek mezin bi dest xistiye û got: Leza gemiyên Îranê 3 qatê leza gemiyên Amerîkayê ye û hemû keş û dezgehên keştiyên Îranê navxweyî ne. berî şoreşê ne mimkûn bû ku li Îranê qeyikan çêkin.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Pasdarên Îranê diyar kir ku her sê giravên Tunbê piçuk, Tunb’e mezin û Bumusa yên Îranê ne û got, “Eger em bixwazin vegerin dîrokê wê rewş ji bo welatên Ereb xirab bibe.”

General Tengsîrî, amaje bi gefên dijminan jî kir û got, tengava Hurmuzê heta ku Îran jî bikar bîne dê vekirî be.

Generalê Îranî got, divê were zanîn ku Îran naxwaze Tengava Hurmuzê bigire, lê eger rojekê tengava Hurmuzê ji keştiyên Îranê re bigire, em nahêlin kes ji vir derbas bibe. got.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Pasdarên Şoreşê got, “Li Kendava Farsê avên navneteweyî nînin; Ev av yan yên me ne yan yên welatên Kendava Farsê ne, lewma li vê herêmê cihê biyaniyan nîne.” got.

Başa dön tuşu