Nûçe

Lavrov: Rûsiya 60 dîplomatên amerîkî dersînor dike

Wezîrê karên derve yê Rûsiyayê ragihand ku li bersiva vê dûmahîkê yê Amerîka, Rûsiya jî dê 60 dîplomatên vî welatî dersînor bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ji zarê ajansa rûsî ya Tasê, Wezîrê Karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Can Hantsmen baylozê Amerîka li Rûsiyayê bo wezareta karên derve yê Rûsiyayê hatiye vexwendin û sergeyî Riyabkov alîkarê wî li hemberî biryara vê dûmahîkê yê Amerîka bona dersînorkirina dîplomatên rûsî bertek nîşan daye.

Sergey Lavrov ragihand: “Dê Rûsya konsulxaneya Amerîkayê ya li St. Petersburgê bigire û bi qasî dîplomatên rûsî yên hatine dersînorkirin dîplomatên amerîkî dersînor bike.”

Sergey Lavrov got: Rûsiya dê xîncî girtina konsulxaneya Amerîka li St. Petersburgê,dê 60 dîpolamtên amerîkî jî dersînor bike.

Piştî bûyera Skrîpal ku Amerîka û hevpeymanên wê helmeteke li dijî Rûsyayê dane destpêkirin, yekemîn pêngav ji aliyê Rûsyayê ve hat avêtin û hat ragihandin ku dê gavên li beramber gavên welatên rojava û Amerîka dîsa jî bên avêtin.

Duşemiya bihurî Amerîka û nîzikî 30 welatên cîhanê li xebatekî hevaheng parek ji dîplomatên rûsî bona piştevaniya ji Ingilîzê, ji welatên xwe derxistin.

Sergey Skirîpal ê 66 salî sîxorê berê yê Rûsiyayê ku li Ingilîzê dijiya mudehek berî niha hevrê digel kişa xwe li bajarê Salzbiriya Ingilîzê bi jehrê bê hiş bibûn ku

Sergey Skirîpal hate kuştin û kiça wî jî li jexweşxaneyek di bin çavdêriya dixtoran daye û Ingilîzê ragihand ku Rûsiya sebebkarê vê kiryarê ye û hinek ji dîplomarên rûsî dersînor kirin û Amerîka jî ragihand ku 48 dîplomatan û 12 nûnerên Rûsiyayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî dersînor dike û konsûlxana Rûsiyayê li Siyatelê jî tetîl dike.

Sergey Skirîpa li sala 2010 çaxê veguhestina sîxorên di navbera Amerîka û Rûsiyayê penaberî Ingilîzê bû.

Ew berê ji bo sîxorîkirina ji bo Ingilîzê li sala 2006 bi 13 sal zîndan mehkûm bibû.

Sergey Skirîpa tawanbare ku wî navê sîxorên rûsî li Ewrûpa daye ber destê saziya sîxoriya Amerîka.

Başa dön tuşu