AsyaCîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Dozgerê Saudî: Kuştina Cemal Xaşiqcî Plankirî Ye

Ajansa Nûçeyan ya Fermî ya Erebîstana Saudî (SPA) ragihand ku dozgerê ku vekolîna kuştina Cemal Xaşiqcî dike dide zanîn ku kuştina rojnamevanê Saudî ‘’plankirî’’ ye.

Dozger ji ajansê re got ku ‘’agahîyên ku karbidestên Tirk tên vê encamê raber dikin’’ û dîyar kir ku lêpirsîn û vekolînên ser kuştina Xaşiqcî didomin.

Cemal Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Başa dön tuşu