NûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê navça Zenkûre ya li parêzgeha El Enbarê ji terorîstan paqij kir

Artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî yên dijî DAIŞ`ê, navça Zenkûre ya li bakûrê bajarê Remadiyeya li parêzgeha El Enbarê ji hebûn û wicûda terorîstan paqij kiriye.

Komîteya ewlehiyê ya konseya navça Wefayê ya li parêzgeha El Enbarê, ji bilî ragihandina vê nûçê ragihand ku alaya neteweyî ya welatê Iraqê li ser avahiyeya bilind a li navçeya Zenkûrê hatiye daliqandin.

Hisên Kesar, serokê vê komîteya ewlehiyê li gotûbêja tev kanala têlêvîzyonî ya El Sûmeriyê ragihand, têrorîstên grûpa DAIŞ`ê ji navçeya Zenkûrê ber bi beşa Hîtê ve paşda kişiyane. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu