IraqNûçeRojhilatanavin

Leşkerên tirk heta 3 mehan wê ji Başîkayê vekşin

Balyozê Iraqê yê li Enqereyê Hîşam Elî Ekber Brahîm el Elewî, diyar kir ku di nava programa Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û lijneya pê re de serdana kampa Başîkayê tune bû. Ji ber vê yekê hate xwestin ku Tirkiye derbarê vê yekê de daxuyaniyekê bide.

Balyoz Elewî, piştî serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ya Bexda û Hewlêrê îro hin daxuyanî da rojnamevanan. Elewî li ser mijara serdana kampa Başîkayê ya ji serê demekê ye di navbera Tirkiye û Iraqê de sedema gengeşiyan e de jî hin daxuyanî da.

Herwiha Elewî diyar kir ku, Iraq û Tirkiye li hev kirine û Tirkiye dê piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê leşkerên xwe vekşîne. Herwiha Balyoz Elewî amaje kir ku operasyona rizgarkirina Mûsliê heta 3 meha dê bi dawî bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu