AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Dijmin di warê rapêçandina zengînkirina oraniyûmê li Îranê têk çûn

Serokê Komara Islamî ya îranê got: Dijmin li warê rapêçandina zengînkirina oraniyûmê li Îranê têk çûn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomartiya Îranê, Hesrn Rûhanî roja duşemiyê li civîna idarî ya parêzgeha Kehkîlûye û Bûher Ehmedê li rojavaya Îranê gopt: Armanca dawiyê ya plandarêjên boykotên navokî dijî Îranê rapêçandina zengînkirina oraniyûmê li Îranê bû ku têk çû.

Rûhanî her viha got: Roja îro ne tenê çalakiya navokî li Îranê pêk tê û li Netenz, Erak, Isfehan û Furdoyê çalak e, belki dinyayê çalakiya navokî ya Îranê bi fermî nas kiriye û li biryarnameya 2231`ê hatiye destnîşankirin ku welatên cîhanê divê ligel Îranê hevkariyê bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar tenê bi wateya rakirina boykotan nine , her viha got: Ji destpêka gotûbêjan li taxima gotûbêjker a navokî ligel Koma 5+1`ê dihat pêgirîkirin ku divê bingehên boykotan wek PMD`yê (berûlayên ihtimalî yên leşkerî) li nav gotûbêjan ji nav here ku ev mijara bi raporekê ji aliyê Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Navokî li ser vê esasê ku tu pirsek li bara çalakiyan navokî ya Îranê tine, hat wêdadayîn.

Rûhanî her viha got: 5 miliyar dolar sermayedanîn piştî cihanîna Lihevkirina Navokî pêk hatiye ku ev pêvajo ber bi pêş e.

Rûhanî her viha dabînkirina zexîreya madeyên xwarinê yên stratijîk ji mijarên dewletê da zanîn û got: berovajî berê roja îro û li gorî raporan zexîreya gênim zêdetir ji 30 miliyon ton li salê ye û ji bo 700 rojan a gelê Îranê genimê ambarkirî heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu