IraqNûçeRojhilatanavin

Li ‪Fellûceyê‬ 19 herêm ji DAIŞê hatin paqijkirin

Hêzên Artêşa Iraqê di rizgarkirina operasyona bajarê Fellûceyê ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ku ev 3 roj in didome de 19 herêm bi dest xistin.

Li gorî televîzyona dewletê ku dispêre daxuyaniyên Wezaretên Navxweyî û Parastinê ragihand ku artêş, hêzên tekoşîna dijterorê, polês, Heşdî Şebî û hêzên eşîrên ereb ji bo ku Fellûceyê ji destê DAIŞê rizgar bikin operasyoneke berfireh li dar xist.
Kontrola wan di destê artêşê de ye

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku di çarçoveya operayonan de El Subeyhat, El Heşabi, El Lifiyye, Mahazin El Kerame, El Buude, Cemile El Buhadid, El Nasir û febriqeyên çîmento, şekir, donê zeytê û ya sabûnê ji destê rêxistina terorîst hatin derxistin û ji aliyê din ve meclîsa şaredariya Kermeyê, Natid Ulya, El Luheyb, EL Sahva, El Buayid, El Harariyyet, El Secer û El Buşcel ji terefê hêzên artêşê ve dîsa hatin kontrolkirin.

400 malbat di dorpêça DAIŞê de ne

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:’Di operasyonên hewayî yên dijî hêz û çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê li Fellûceyê de sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan. Qeymeqamê Kermeyê Ehmed Duleymî ragihand ku rêxistina terorîst li Fellûce û Kermeyê nêzî 400 malbatî di bine dorpêçê de digre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu