EwropaNûçe

Li ‪Holandayê‬ êriş li ‪mizgeftê‬ hat kirin: 2 birîndar!

Li Holanda li bajarê Dordrechtê êriş li mizgefta bi navê Ayasofyayê hat kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn û zirara madî jî di mizgeftê çêbû.

Li gorî nûçeya televizyona RTV Rijnmondê nêzî 15 kesan êrîşî mizgefta girêdayî Federasyona Tirkan kir û zirara madî di mizgeftê de çêbû û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku kesên êrişî mizgeftê kiriye bi wesayîtan hatine û hinek kes ji wan jî bi çek bûne, herwiha wan kesan bi hesinan êrişî pêk aniye û camên mizgeftê şkandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu