ÎranNûçeRojhilatanavin

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê: Hilbijartin nîşana îqtedar û serbilindiya gelê Îranê ye

Xetîbê nimêja înîyê ya Têhranê got: Hizûra gelê Îranê li meydanên curbicure siyasî û li ser sandiqên dengdanê nîşana serbilindî û baweriya gelê Îranê li Xwedê teala ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hucet ul Islam Kazim Sidîqî pêşnimêjê nimêja înîyê ya Têhranê li gotinên xwe yên îro bal kişande ser viya ku îniya hefta tê gelê Îranê gor bawerên xwe yên dînî û baweriya bi inqilaba îslamî diçin ser sandiqên dengdanê destnîşan kir; Piştî serketina inqilaba îslamî ya Îranê, îslama siyasî, abûrî û çandî hate meydanê û gelê Îranê bi hêz û qawet bona çarenivîsa xwe û welatê xwe pişkdariya hilbijartinan dikin.

Pêşnimêjê înîyê yê Têhranê destnîşan kir; Pêwîste berbijarên hilbijartina serokkomariya Îranê qanûna bingehîn a welêt bi tamî berçav bigrin û pê diyaloga îslamî bona alîkarî dayîna bi nedarên civakê, serxwebûn, mezinatî û ewlehiya netewî bixebitin.

Pêşnimêjê înê yê Têhranê gote dijminan jî ku Îran wekî welatên dine cîhanê nîne ku pê dolarên we yên qirêj aloz bibe û rastî zererê were.

Hucet ul Islam Sidîqî herwisa bal kişande ser belgeya nû ya berxwedana îslamî ya Filistînê yan Hemasê û got: Hemû aliyên filistînî baweriya wan bi sînorên 1967 tune û Rejîma Siyonîstî hîn jî rejîmekî neqanûnî ye.

Pêşnimêjê înê yê demkî yê Têhranê herwisa kiryarên bi dijminatî yên Rejîma Alê Xelîfe dijî Şêx Îsa Qasim Rûhaniyê derecebilinde Behrêyînê, dewama kuştina xelkê Yemenê bi destê Erebistanê û çêbûna manê û berbendên mezhebî yên çêbûyî li birek ji welatên navçê jî mehkûm kir.

Hucet ul Islam Kazim Sidîqî herwisa bilî pîrozbahiya eydên nîveka Şeibanê û weladeta Îmam Mehdî(s) îmamê 12-an a şîeyên cîhanê bi hemû misilmanên cîhanê, zihûra Îmamê Zeman(s) serê xwe girtina soza îlahî bona hikûmeta mustezefan li seranserî cîhanê û serketina îslama rastîn ser îslama derewîn li cîhanê û damezirîna aşitî û ewlehiya cîhanî daye zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu