EwropaNûçe

Li ‪Norwêcê‬ helîkopter ket

Li Norwêcê helîkopterek kete nava Behra Bakûrî. Hate zanîn ku helîkopter ya şîrketek neftê bû û zêdetirî 10 kesan tê de bûn.
Ji Navenda Koordînasyona Rizgarkirinê ya Norwêcê Bjørn Jarle Åmlid ragihandiye ku helîkopter li bajarê Bergen yê li rojavayê welêt e ketiye ê xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.
Şahidên bûyerê jî diyar dikin ku wan dengê teqîneke bilind bihistiye û enqaza helîkopterê li ser avê dîtine.
Hate zanîn ku di navbera 10 û 15 rêwî di helîkopterê de bûn, lê derbarê kesên mirî û birîndar de agahî nîne. Helîkopter aîdî şîrketek neftê ye ku navê wê nehatiya aşkere kirin û ji bo çûna tesîsek neftê ya li Behra Bakûr bi hewa ketiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu