ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdillahiyan: “Pêkanîna pêwendiya navbera Riyaz û Til Avîvê, destpêkek ji bo bidawîhatina Alê Siûd e“

Dsetyarê serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li warê navneteweyî bal kişande ser pêkanîna pêwendiyên navbera Erebistanê û rêjîma dagirker a siyonîst û destnîşan kir: “Pêkanîna pêwendiya navbera Riyaz û Til Avîvê, destpêkek ji bo bidawîhatina Alê Siûd e“.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRIB News`ê, Dsetyarê serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê li warê navneteweyî, Husêyn Emîrevdillahiyan li peyamekê li ser Twittera xwe tevî hişyariya derheq dûhatên pêkhatina pêwendiya navbera Erebistana Siûdî û Rêjîma Siyonîst da got: “Welîehdê siûdî, Mihemed Bin Selman ku dûr jin mentiq û êqil Erebistan û navçe aloz û nearam kiriye divê bizane ku Israîlê nerewa nema dikare siûdiyan rizgar bike“.

Berpirsên siûdî û siyonîst li gellek ji danûstandinên navneteweyî bi navê vekirina aşkira ya deriyên pêqwendiya navbera Rêjîma Siûdî û Rêjîma Siyonîst û bi dirûşmeya hevkariya ji bo sekinîna li hemberî Îranê hevdîtin kirine.

Başa dön tuşu