NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûrîyê ji ber destdirêjîya Israîlê li NY gilî kir

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê bi nîşana nerazîbûna li hemberî kiryara Israîlê ya binpêkirina aşkira ya mafên navnetewî, biryarnamên NY û serwerîya axa Sûrîyê, du name jibo sêkrêtêrê giştî yê NY û serokê Konseya Ewlehîyê ya vê sazîyê şandin.

Li gorî rapora televîzyona Al-exbariyê ya Sûrîyê, li nameyên Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê bo sêkrêtêrê giştî yê NY û serokê Konseya Ewelhîyê hatîye: Hecetên ku Israîl jibo rewanîşandayîna êrişên xwe yên destdirêjkerane ser Sûrîyê raber dike, hewldanên pûç jibo xapandina raya giştî ne.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê li nameyên hanê bi ragihandina vê yekê ku Israîl her car jibo rewanîşandana dewama dagirkerîya li Colana Sûrîyê, warên filistînîyan û beşeke başûra Libnanê nagihêje merema xwe, ji sêkrêtêrê giştî yê NY û serokê Konseya Ewlehîyê xwest ku destdirêjkerîya aşkira ya Israîlê şermezar bikin.

Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê herwiha ji NY xwest ku Israîlê neçar bike piştgirîya ji têrorîstên l iaxa Sûrîyê kuta bike û biryarnamên Konseya Ewlehîyê têkildarî têkoşîna dijî têrorîsmê û vekişîna ji girikên Colanê cih bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu