CîhanNûçe

117 kes li gullereşandinên li Amerîkayê hatine kuştin û birîndar bûne

Li 190 gullereşandinên ku li seranserê Amerîkayê li 48 saetên buhurî hatine ragihandin, herîkêm 61 amerîkî hatine kuştin û 116 kes jî biîndar bûne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Navenda Amara Gulleavêtinan a li Amerîkayê ragihand, roja pêncşemiyê û hevgavê betlabeyên sala nû ya zayînî,  62 gullereşandin hatine ragihand ku di encama wan de 24 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.

Para zêde ya gullereşandinan li eyaletên Florîda û Îndiyanayê bi 7 caran gullereşandinê qewimîne.

Herwiha li eyaletên Têgzas û Îlînoyê 5 caran û li eyaletên Kêntakî, Mîşîgan û Florîdayê 4 caran gullereşandin hatiye ragihandin.

Herwiha roja çarşemiyê di encama 128 gulleavêtinên ku li Amerîkayê de hatine ragihandin, 37 kes hatine kuştin û 81 kes jî birîndar bûne.

Di nava kuştiyan de, çend zarok û nûgîhanên temenê wan jêr 15 salan hene. Li gorî rapora Navenda Amara Guleavêtinan a Amerîkayê, ji destpêka sala 2016`an ve heya 29`ê Kanûnê, 57371 gullereşandin li seranserê vî welatî hatine ragihandin ku di encama wan de 14859 kes hatine kuştin û 30315 kes jî birîndar bûne.

662 kes ji kesên ku hatine kuştin yan birîndar bûne zarokên temenê wan jêr 11 salî bûne. Navenda Amara Guleavêtinan a Amerîkayê, gullebaranên li eyaletên seranserî vî welatî qeyd dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu