IraqNûçeRojhilatanavin

Plana tam a azadkirina Mûsilê radestî Heyder Ebadî hat kirin

Şêwirmendê bilind ê eskerî yê wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku plana tam a operasyona azadkirina bajarê Mûsilê spartiye destê Heyder Ebadî fermandê giştî yê hêzên çekdar.

  Muhemed El-Eskerî roja yekşemiyê li gotûbêja  tev ajansa nûçan a iraqî ya El-Melûmê got: Li vê plana  tam û tekûz hemî mijar û planên taybet ên operasyona  azadkirina Mûsilê ji destê koma terorîstî ya DAIŞê hatiye texmînkiirn û ji niha şûnde dê Heyder Ebadî dema destpêkirina operasyonê ragihîne.

El-Eskerî got: Plana  azadkirina Mûsilê hemî berûlayên  eskerî, îstixbaratî, însanî û xizmetkirinê berçav girtiye û hêzên beşdar li operasyonê ji her hêlê ve amade ne û lêzanînên pêdivî li bara  liv û tevegr , rewş û meqerên  koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê hatiye dest.

Şêwirmendê bilind ê eskerî yê wezareta  berevaniyê ya  Iraqê destnîşan kir: wezaretxaneyên  tendrustî û awareyên Iraqê li vê planê berpirsiyariya  pêşewaziya  ji awareyên gelanî yên bajarê Mûsilê û piştgiriya ji hêêzn iarqî girtine istûyê xwe.

Li gorî ragihandina  fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iarqê hemî hêzên  iarqî ji wan  artêş, polîs, yekîna  arwstana li ber terorîzmê, teşkîlata  gelanî ya Heşdê Şebî, eşîrên  Mûsilê û pêşmergên  kurd li operasyona  azadkirina  Mûsilê beşdarî kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu