EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganistanê di navbera DAIŞ û Talîbanê şer: 91 kuştî

Hat ragihandin ku li navçeya Derzabî ya bajarê Cuzcanî di navbera milîtanên DAIŞ û Talîbanê de şer û pevçûnên dijwar qewimîn û di encamê de 91 çekdar hatiye kuştin û gelek jî birîndar bûnê.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Afganistanê li herêma Derzabî ya bajarê Cuzcanî di encama şer û pevçûnên dijwar ên navbera rêxistina DAIŞ û Talîbanê de ji herdu aliyan 91 milîtan hatin kuştin û bi dehan milîtan jî birîndar bûn.

Berdevkê hikûmeta Afganistanê Muhammed Reza Afurî derbarê mijarê de daxuyaniyek parve kir û ragihand ku di navbera rêxistina terorîst a DAIŞ û Talîbanê de şer û pevçûnên dijwar diqewim û hê jî li herêmê şer dewam dike.

Muhammed Reza Afurî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di şer û pevçûnên giran de 75 milîtanên rêxistina Talîbanê û 15 milîtanên jî yên DAIŞê hatin kuştin, ji rêxistina Talîbanê 56 û ji DAIŞê jî 12 çekdar birîndar bûn.

Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya berdevkê rêxistina polîsê Derzabiyê Abdulhafiz Xişye, di şer û pevçûnên Talîban û DAIŞê de tu ziyanê giyanî negihîştiye sivîlan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu