EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganistanê li hemberî artêşê êrişa xwekujî: 5 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastin a Afganistanê, îro berê sibehê seet li derdora 04.00an 5 milîsên çekdar xwestin têkevin yekîneya 111emîn a leşkeriya neteweyî.

Berdevkê Wezareta Parastin a Afganistanê Devlet Wezîrî di axaftina xwe de got: “Ji 5 milîsên çekdar yekî bombeya ser xwe teqand û yên mayîn jî hewl dan têkevin herêma leşkerî.”

Devlet Vezîrî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Piştî şer û pevçûnên 4 seetan 3 milîsên çekdar hatin kuştin û milîsek jî dîl hatin girtin. Di êrişa xwekujî de 5 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.”

Şemiya borî jî li Kabîlê li pêşiya avahiya Wezareta Navxweyî ya Afganistanê bi ambulansê êrişeke xwekujî pêk hatibû û di encama êrişê de 103 sivîl hatibûn kuştin û 235 kes jî birîndar bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu