ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Berdevkê Hizbullaha Yemenê: Hevpeymaniya siûdî-amerîkî lawaz û jihevketî ye

Berdevkê Tevgera Gelanî ya Ensarullaha Yemenî, Mihemed Ebdul selam hevpeymaniya siûdî amerîkî ya destdirêjker ser Yemenê, hevpeymaniyeka lawaz û hilweşiyayî da zanîn.

Li gorî rapora kanala El Mesrîê ya Yemenê, Berdevkê Tevgera Gelanî ya Ensarullaha Yemenê, Mihemed Ebdul Selam roja Yekşemiyê li ser Twittera xwe nivîsî: Hevpeymaniya siûdî tevî zêdebûna êrîşên esmanî li ser Hudeydeyê li rojavaya Yemenê, nekariye li vê navçeyê pêşda biçe.

Berdevkê Tevgera Gelanî ya Ensarullaha Yemenê pesna berxwedana gelê Yemenê, hêzên artêş û komîteyêbn gelanî da û got: Tiştê ku derbarê peyakirina hêzan li Seideyê hatiye gotin, şanoyeka pêkenî ye.

Pêştir hin mêdyayêîn ser bi hevpeymaniya siûdî angaşt kiribûn ku hêzên vê hevpeymaniyê li operasiyonekê bi peyakiirna hêzan ketine kûrahiya Seideya Yemenê; Lê ev îdia ji aliyê hêzên yemenî va hat derewandin.

Başa dön tuşu