NûçeEfxanîstanRojhilatanavin
Li Afganîstanê teqîn: 6 birîndar

Li gor agahiyên ewil li eyaleta Nangarhar a Afganîstanê di encama teqînekê de 6 kes birîndar bûn.
Midûrê Ragihandin û Çandê yê Nangarharê Karî Nûr Mihemed Henîf ragihand ku li taxa 1emîn a bajarê Celewlayê teqînek rû da.
Henîf da zanîn ku di encama teqînê de li gorî agahiyên destpêkê 6 sivîl birîndar bûne. Henîf diyar kir ku hêzên ewlehiyê gihîştin herêmê û du teqemeniyên din ên ku li ser motorsîkletek û duçerxekê hatibûn bicihkirin, hatin dîtin û beriya biteqin hatin jinavbirin.
Hat ragihandin ku birîndar piştî tedawiya ewil hatin tehliyekirin.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.