IraqNûçeRojhilatanavin

Serketina hêzên iraqî li şerê li hember DAIŞ`ê li Kerkûkê

Çavkaniyên iraqî li bara kutina yek ji serkirdeyên pilebilind ê grûpa terorîstî ya DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê agahî dan.

 Li gorî rapora îro ya televîzyona El-Meyadîna Lubnanê, piştî êrişa  hêza hewayî ya  artêşa Iraqê ser meqera grûpa terorîstî ya DAIŞê li rojava  parzêgeha Kerkûkê, Tariq Emîne serkirdê wlehiyê yê DAIŞê ku li gundeke bajarê Hewîceyê xwe weşartibû hat kuştin. Tê gotin li encama vê êrişê hejmarek din ji endamên  DAIŞê hatine kuştin.

Ji aliyê din ve çavkaniyeke elehiyê li Iraqê got: Terorîstên DAIŞ`ê, endamê malbateke 11 kesî li gundê Tel El-Zehebê nêzîkî bajarê Hewîcê li Kerkûkê  kuştin. Kesên hanê dixwestin ji destê DAIŞê birevine çiyayên  Hemrînê.

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, çavkaniyên  iraqî  her wiha raghandin operasyoan berfireh jibo jianvbirina  endamên mayî yên  DAIŞê li çola parêzgeha Enbarê lirojava  Iraqê destpê bûye.

Piraniya endamên DAIŞê piştî revîna  ji navçe û bajarên  azadbûyî yên parêzgeha Enbarê penaha xwe birine vê çolê û ji wir jibo êrişên  terorîstî li navçên ewleh ên parêzgehê dikevin tevgerê,

Pêştir jî hejmareke zêde ji endamên  terorîstî yên ereb û biyanî yên DAIŞê ji bajarê Enahê li rojava  parzêgeha Enbarê revîne  bajarê Reqayê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu