EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afxanîstanê 14 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Li parêzgeha Nangarhar ê ya Afxanîstanê li dijî rêxistina terorîst DAIŞê operasyon hate lidarxistin. Hate ragihandin ku di encama operasyonê de 14 terorîst hatine kuştin.

Daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Afxanîstanê hate dayîn de li navçeya Kotê ya ser parêzgeha Nangarharê ku dikeve rojhilatê welêt li dijî DAIŞê operasyon pêk anîtine û di encamê de 14 terorîst hatine kuştin.
‘DI NAVA KESÊ KUŞTÎ DE SEROKÊ RÊXISTINÊ JÎ HEYE’

Hate diyarkirin ku di nav kesên ku hatine kuştin de fermandarê rêxistinê Mira Jan jî heye. Di operasyonê de 5 terorîstên DAIŞê jî birîndar hatine girtin û di şer de jî 3 hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.

Di encama operasyonê de gelek çek û çebilxane hatin bidestxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu