IraqNûçeRojhilatanavin
Li Enbar û Selahedînê 17 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2019/05/60599d73ec8cd60d7d8ca88fc4fd807a_L.jpg)
Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê belav kir, di operasyonekî berfireh a hêzên ewlehiyê û leşkerî li çend navçeyekî sînorê parêzgeha Selahedînê 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 13 binkeyên xwe veşartina wan û 16 yelekên bombebarkirî jî hatine teqandin.
Li gor heman çavkaniyê li çolên parêzgeha Enbarê jî di operasyonekî hêzên dijî teror a Iraqê û bi hemahengiya li gel hêzên esmanî ya hevpeyman, şeş çekdarên DAIŞê ku yelekên bombebarkirî li xwe kiribûn hatin kuştin.