
Li navçeya Tutaxê ya Agiriyê otobûs û kamyonetek li hev qelibîn û 11 kes birîndar bûn.
Tîmên tendursitiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tutaxê.
Ji birîndaran 6 kes rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê û yên din jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê.
Hat ragihandin rewşa birîndaran baş e.