IraqNûçeRojhilatanavin

Li aliyê rizgarkirî yê Mûsilê êrişeke xwekujî hat kirin

Li aliyê rizgarkirî yê bajarê Mûsilê, êrişeke xwekujî hat kirin û di encamê de komek kes hatin kuştin.

Îro danê sibê li kêleka ziyaretgeha Nebî Yûnis li bajarê Mûsilê, ku dikeve aliyê rojhilatê bajêr, êrişeke xwekujî hat kirin.

Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de komek welatî hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Aliyê rojhilatê Mûsilê hatiye rizgarkirin, operasyona azadkirina aliyê rojavayê bajêr jî didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu