CîhanEwropaNûçe

Li Amerîka êrîşa çekdarî pêkhat: 10 kes mirin, 7 kes birîndar bûn

Li bajarê New Orleans a parêzgeha Louisiana ya Amerîka êrîşeke çekdarî pêk hat û di encam de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Ji bo girtina êrîşkaran di herêmê de operasyona berfireh hat destpê kirin. Hat ragehandin li bajarê New Orleans a ser bi parêzgeha Louisiana ya Amerîka yê hindek kesên çekdar heta naha nayê zanîn ku ji ber çi sedemê bûye, êrîşî ser kolan ango bûlwara başûrê Claiborne kirin û di encam de herîkêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Departmanê polîsan yê New Orleans diyar kir, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin, ji bo tespît kirin û girtina wan kesên êrîşkar jî operasyona berfireh hatiye destpê kirin.

Herwaha berdevkê polîsê bajêr Aaron Looney ragehand kesên ku di êrîşê de birîndar bûn ji bo navenda tibê ya zankoyê û nexwaşxaneyên herêmê hatine rakirin.

Başa dön tuşu