ÎranNûçeRojhilatanavin

Hilbijartina desteya serokatiya civata şarezayên rêbertiyê baş hat lidarxistin

Endamê civata şarezayên rêbertiya Îranê, got: Hilbijartina dewra pêncan a desteya serokatiya vê civatê zef baş hat lidarxistin.

Ayetulah Haşimî-Refsencanî, endamê civata rêbertiya Îranê, şeva buhurî li gotûbêja ligel nûçegiohanê me bal kişande ser hevdilî û tifaqa li yekemîn civîna pêncemîn dewra civata şarezayên rêbertiyê û got: Hilbijartina desteya serokatiya vê civatê di rewşeke aram, rêkûpêk û bêyî gengeşeyê hat birêxistin.

Ayetullah Ehmed Cenetî, serokê civata şarezayên rêbertiyê jî li ser girîngiya parastina tifaqê li welêt sekinî û got: Tifaq li her dera ku hebe jiyan e û li her dera ku tinebe jî, mirin e.

Serokê pêncemîn dewra civata şarezayên rêbertiyê her wiha mijara girêdayîbûna li isûlên Inqilabê yek ji wan mijarên girîng zanî ku endamên civata şarezayên rêbertiyê bala xwe didinê û pêkutî kir ku li biryardayînan divê morala inqilabî aşkira be.

Pêncemîn dewra civata şarezayên rêbertiyê duh bi amadebûna rayedarên leşkerî û îdarî û bi xwendina peyama rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî destpê bû.

Ayetulah Ehmed Cenetî jî li yekemîn civîna pêncemîn dewra civata şarezayên rêbertiyê bi 51 dengan wek serokê vê civatê hat bijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu