CîhanNûçe

Li Amerîkaya Navîn bi pileya 7.2yê erdehej, hişyariya tsûnamiyê hat kirin

Li Amerîkaya Navîn li El Salvadorê piştî ku bi mezinahiya 7.2yê erdhejek mezin pêk hat, ji bo El Salvador, Nikaragua û Hondurasê hişyariya tsûnamiyê hat dayîn.

Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kir ku ew erdheja bi mezinahiya 7.2ya li peravên El Salvadorê 33 kîlomitroyan di binê erdê pêk hatiye.

Piştî erdehejê hat diyar kirin ku li tevahiyê welêt tu ziyan çênbûye û hat dest nîşan kirin ku hikumeta El Salvadorê ji bo peravên welêt hişyarî da û got metirsiya tsûnamiyê mezin e. Li El Salvadorê ji bo tehliyekirina gelê li perava Pasîfîkê ferman hat dayîn.

Erdhej li welatên din ên wê herêmê jî hat hîs kirin û Navenda Tsûnamî ya Pasîfîk a Amerîkayê piştî erdehejê ji bo Nikaragua, El Salvador û Hondurasê hişyariya tsûnamiyê kir. Hat diyar kirin ku li navenda erdehejê dibe ku pêl bi qasî qadeke 300 km2 bi bandor be û bilindahiya pêlan bi qasî kîlomitroyekê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu