CîhanEwropaNûçe

Li Amerîkayê 16,5 ton kokaîn hat girtin

Li Pensîlvanyaya eyaleta Amerîkayê di keştiyeke kargoyê ya ku nêzî benderê bû da bihayê milyarek û dolarî 16 ton û nîv kokaîn hat bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Mehkemeya Herêma Rojhilatê ya Eyaleta Pensîlvanyayê hat dayîn, polêsê federal li Philadelphiayê di keştiyeke kargoyê ya nêzî Bendera Termînalê ya Packer Marineyê bû da di nav 7 konterneran da bi tevahî 16 ton û nîv kokaîn hat bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku bihayê kokaîna ku hat bidestxistin ji milyarek dolarî zêdetir e û di dîroka eyaletê da cara ewil ew qas zêde hişbir hat girtin.

Li gor çapemeniya Amerîkayê keştiya bi navê “Gayane”yê ku ya fîrmaya Mediterranean Shipping Companyê ye, beriya ku were Amerîkayê herî dawî li Bahamalarê sekinî, beriya giravên Bahamayê jî çûye Şîle û Panamayê jî.

Ji bo tesbîtkirina ku keştiyê kokaîn li ku hildaye, xebat didomin.

Hat gotin ku keştî wê piştî Philedelphiayê biçûya Hollanda û Fransayê.

Başa dön tuşu