Ji ber lehiya ku bandora xwe bêhtir li parêzgehên navîn û rojhilatê başûr ê Amerîkayê kir gelek kesan jiyana xwe ji des dan.
Li parêzgehên Arkansas, Illinois, Louisiana, Indiana û Missouri lehî rabû û di encamê de heta niha 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê din jî tê gotin ku derdora milyarek dolar zerar çêbûye.
Rayedarên meteorolojiyê bo şemiyê hişyariya bilindbûna ava çemên Missouri û Mississippi kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)