EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Li Atinayê agirberdan alaya şeytana mezin Amerîkayê

Bi hezaran kes ji xelkê Atinayê paytexta Yûnanistanê duh duşemê bona diyarkirina nerezamendiyaxwe li hemberî êrişa Amerîka û hevvalbendên xwe ser axa Sûriyê derketin kolanan û agir berdane alaya Amerîka û xebitîn peykerê Herî Tromen serokkomarê berê yê Amerîka li meydanekî Atinê, bînin xwarê.

Xwenîşanderan dixebitîn ta ku dest û piyên peykera Tromen qut bikin ku polîsê Yûnanistanê pêşiya wan girt, lê dîsa jî xwenîşanderan zibl avêtine ser peykerê serokkomarê berê yê Amerîka.

Polîsê Yûnanistanê bona peratekirina xwenîşanderan ji gaza îzotê istifade kir.

Hatiye ragihandin ku li vê şer û pevçûna di navbera polîsê Yûnanistanê û xwenîşanderên ku dijî êrişa Amerîka û hevalbendên vî welatî derketibûne kolanan , 3 xwenîşander birîndar bûn.

Êrişa hewayî ya Amerîka, Brîtaniya û Fransayê ser Sûriyê li halekê şemiya bihurî serê sibê destpê bû ku qirar bû hema vêrojê çavdêrên komîteya lêkolîna Rêxistina Netewên Yekgirtî herine Şamê.

Telivîzyona dewletî ya Sûriyê hedefa destdirêjiya rojava ser vî welatî veşartina rastiyan daye zanîn û ragihand ku artêşa Sûriyê bi îrade û moralekî qahîm hema wisa ku li hemberî terorîstan rawesta , dê li hemberî destdirêjiya van sê welatên rojavayî jî raweste. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu