ÎranNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Çabehar yê Îranê otomobîleke bombekirî teqiya, gelek mirî û birîndar hene

Qasekî beriya niha li bajarê Çabehar li herêma Sîstan-Belûçistanê ya Îranê, otomobîleke bombekirî lê nêzîkî baregeha pasdaran teqiya.

Çavkaniyên nêzîkî pasdaran dane zanîn ku heta niha herî kêm 4 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Hinek çavkanî jî dibêjin, piştî teqînê şer di navbera pasdaran û çekdaran de derketiye û heta niha jî didome.

Başa dön tuşu