EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Mamosteyê zanîngeha Kolombiyayê: Riya îmamê û rêberî berdewam e

Mamoste û serokê zanîngeha Lîberê de Kaliyê ya Kolombiyayê got: Riya Îmam Xumeynî, xîmdarê Inqilaba Îslamî û ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî naqede û tu qelişt û valahiyek têde tine.

Lîbardo  Urxoela, mamoste û serokê zanîngeha  Lîberê de Kalî ya Kolombiyayê li hevpeyvîna tev radyo spanyayî  ya IRIB Newsê got: Li Îranê tu qelişt û valahiyek  li cih û şûna rêberiyê nayê dîtin û bêşik li nebûna  Îmam Xumeynî, hezretê ayetullah Xamineyî hizûra wî heye ku ne tenê li nav îranê kesayetiyekê bi bandor e belkî di asta  cîhanî de jî kesayetiyekî naskirî û balkêş û rêzdar e.

Serokê zanîngeha  Lîberê de Kalî her wiha diyar kir: Gelên cîhanê derseke mezin ji Îmam Xumeynî girtine ku derseke  mayînde û hetahetayî ye û Îmam Xumeynî mîna çirayekê bû riya mirovahiyê  ronahî kir.

Orxoela got ku  cîhan hêdî hêdî destkevt  û serketinên  Îranê fehm dike û pêşketinên  pêşeyî û destkewtên  teknolojîkî yên îranê li warê çêkirina  setelayt û li warê navokî bi armancên  biaşitî pir berbiçav bûye.

Her wiha nijyara eskerî ya vî welatî jibo berevaniya sînoran, hakimiyet û yekperçetiya  erdê xwe ku mînaka wê hizûra li  şerê Sûriyê ye balkêş e.

Serokê zanîngeha  Lîberê de Kalî got : peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê tev gelên din, civakên din û gelê cîhanê û têkiliyên  zanîngehî û akademîk tev welatên din hemî derewên  Empiryalîzmê eşkere kiriye.

Orxoela got: Asta bilind  aewlehiyê û jiyan abiaşitî ya îraniyan bi hev re , rêz û hurmeta ku  ji jina re qayîl in û rola  jina li civaka Îranê li asta  bilind a wê wek pêşeng li hemî karûbaran  ecêb e û  hevgirtina  gelekî jêre geşatiya  însanî xelat tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu