NûçeRojhilatanavinSûriye

Li bajarê Hesekê 13e zarok birîndar bûn

Li bajarê Hesekê dareke mezin li dibistanekê ket û de di encam de 13e zarok birîndar bûn, hin ji wan jiyana wan di metirsiyê de ye.

Hin çalakvanên rêxistinên sivîl ji bajarê Hesekê ragehand ku, îro nîvro roja Yekşemê 9.04.2017e dema zarokên dibistana Ebutemam a seretayî li hewşa wê bûn dareke mezin ket, di encam de 13e zarok birîndar bûn, hin ji wan jiyana wan di metirsiyê de ye.

Piştî bûyerê mamosteyên dibistanê bi arîkariya welatiyên sivîl ew zarok ji bin wê darê derxistin û birin nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu