IraqNûçeRojhilatanavin

Li bajarokê Sedr a Bexda yê teqîn: Zêde ji 100 kuştî û birîndarî

Çavkaniyên nûçeyan hejmara goriyên teqînan li bajarokê Sedr a Bexdaya paytexta Iraqê zêde ji 100 kuştî û birîndarî dan zanîn.

Li gorî rapora Al Alamê, Êvara Çarşemiyê du teqînan taxeka bajarokê Sedr a Bexdayê hejandin ku di encama wê da 18 kes hatin kuştin û herîkêm 90 kes birîndar bûn.

Berdevkê fermî yê wezareta karên hundir a Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Du teqîn li ambareka cebilxaneyan qewimîne û hêzên ewlehiyê yên Iraqê lêkolînên xwe derbarê wê dest pê kirine.

Rayedarekî Polîsê Bexdayê jî got: Ev muhîmat li avahiyeka nêzikî mizgeftekê bûn û teqîna wan di dema veguhestina wna ji nav mizgeftê bo erebeya ku li nêzikî wê hatibû rawestandin, qewimî.

Beriya vê yekê hatibû ragiahndin ku du teqîn hevdem digel hev û ji ber lêketina erebeya bombebarkirî li bajarokê Sedr ê Bexdayê qewimîne.

Başa dön tuşu