IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Heşdi Şeibîyê çeperên DAIŞ`ê li axa Sûrîyê dan ber hawanan

Hêzên Heşdi Şeibîyê yên Iraqê sitargehên têrorîstên DAIŞ`ê li axa Sûrîyê dan ber hawanan.

Li gorî rapora televîzyona Al Mayadeenê, navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibîyê ragihand: Piştî wergirtina lêzanînên deqîq ên leşkerî, veşartgehên têrorîstên DAIŞ`ê li gundê Etşaneyê li deverên sînorî yên digel Sûrîyê dan ber hawanan ku di encamê de çend têrorîst hatin kuştinê û birîndar bûn.

Mehmûd Merzî Cumeylî fermandeyê yekîneya yekem a Heşdi Şeibîyê li parêzgeha Al Anbarê jî ragihand ku opêrasyona hêzên ewlehîyê li rojhilata Felûcê bi merema girtina têrorîstên mayî yên DAIŞ`ê destpê bûye.

Navenda fermandetîya opêrasyona Bexdayê jî ragihand ku cihînerê êrişa têrorîstî ya li rojavaya vî şarî hat giortinê û dîyar kir: Hêzên ewlehîyê bi hevkarîya dayra lêzanînan karîn wî têrorîstî li taxeke navça Xezrayê li rojavaya Bexdayê bigirin û madeyên teqandinê yên digel wî da jî zevt bikin.

Başa dön tuşu