CîhanEwropaNûçe

Li bareke kareokê şewat derket: 18 mirî û 5 birîndar

Hat ragihandin ku şevê din li bakurê Çînê li bareke karaokê şewat derket, di encama şewatê de 18 kesan canê xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ajansa Şinhua ya Çînê, li herêma Yingdi yê girêdayî bajarê Çingyuena eyaleta Guangdongê li bareke karaokê şewat derket. Piştî derketina şewatê gelek wesayîtên agirkuj û tîmên tendirustî bo herêmê hatin şandin.

Şewat ji aliyê wesayîtên agirkuj ve di demeke kin de hat kontrolkirin, lê di şewatê de 18 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor daneyên destpêkê yên lêkolîna şewatê, îhtîmala ku şewat bi zanebûn hatibe derxistin heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu