ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Heşdi Şeibî cîgeheke gellekî girîng di istiqrar û xurtkirina hevgirtina netewî li Iraqê de heye

Serokê Komara Islamî ya Îranê di hevdîtina digel Serokê Sazîya Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) li Bexdayê de got: Heşdi Şeibî cîgeheke gellekî girîng di istiqrar, çand û xurtkirina hevgirtina netewî li Iraqê de heye û dê hebe.

Ligorî rapora Malpera Ragihandinê ya Serokomarîya Îranê, Hesen Rûhanî di hevdîtina digel Serokê Sazîya Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) Falih Feyyaz de, pesna têkoşîn, fidakarî û şanazîafirînerîyên Heşdi Şeibîyê di rêya têkoşîna dijî têrorîsmê û dabînkirina istiqrar û ewlehîyê li Iraqê de da û got: Têkoşîna li hemberî têrorîsmê li Iraqê encama hewildan û fidakarîya gelê Iraqê bû.

Serokê Komara Islamî ya Îranê rola alimên mezin ên dînî li Iraq û Îranê û fitwadayîna wan di rêya têkoşîna dijî têrorîsm û koledarîyê ser xêra gelên herêmê û binirx zanî û got: Têkoşîna gelê Iraqê şanazîyek jibo misilmanan û cîhana islamê bû.

Rûhanî amajeyî wê yekê kir ku roja îro vîna her du gel û dewletan ser berfirekirina giştalî ya peywendîyên Îran û Iraqê ye, pêgirî ser pêwîstîya hemî berpirsan di vê çarçovê de kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê merasima Çillê Imam Hisên (S) û pişkdarîya bi milyonan zîyaretkerên tirba wî hezretî di wê merasimê de li Iraqê jî sembola herîbaş a evîna her du gelan têkildarî Ehlibeytê (S) zanî û hêvî kir ku armancên her du gelan di çarçova aştî û pêşxistina herêmê de serêxwe bigirin.

Serokê Sazîya Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) Falih Feyyaz jî di vê hevdîtinê de, seredana Serokê Komara Isalmî ya Îranê bo Iraqê girîng û di çarçova berjewendîyên her du gelan de zanî û got: Berfirekirina peywendî û hevkarîyên Îran û Iraqê dê zemîneya alûgurên mezin li herêmê be.

Falih Feyyaz pêgirî kir ku Iraq hertim xwe berevanê Komara Islamî ya Îranê di warên curbicur da dizane û got: Iraqî ji ber destkevt û pêşketinên Îranê yên di warên sîyasî, aborî, navçeyî û navnetewî de şanazîyê dikin.

Başa dön tuşu