IraqNûçeRojhilatanavin

Li başûrê Kerkûkê hejmarek çekdaran êrîş bire ser DAIŞê

Hemwelatî dijatiya rêxistina terorîst dikin.

Hejmarek çekdarên nenas êrîş kirin ser karwanekî rêxistina tund a DAIŞê û hejmarek çekdarên rêxistinê hatin kuştin.

Li gor zanyariyên berdest îro 09.01.2017ê wesayîtek DAIŞê li ser rêya di navbera Hewîcê û bajarokê Ebasî ya başûrê rojavayê Kerkûkê ket kemînek ango dafeke wan çekdarên nenas.

Ew çekdarên ku tên behs kirin hemwelatiyên navçeyê bixwe ne û dijatiya DAIŞê dikin, di wê êrîşê de karîn çar çekdarên DAIŞê bikujin û wesayîtê jî bi temamî têkbibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu