IraqNûçeRojhilatanavin

Li başûrê Kerkûkê şeş çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hejmarek çekdarên dijî rêxistina tund a DAIŞê, kemîn ango pusuyek li başûrê rojavayê Kerkûkê bo karwanê çekdarên DAIŞê da danîn û şeş çekdarên wê rêxistina terorîst kuştin.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, ew çekdarane ku hemwelatiyên navçeyê bixwe ne û dijî DAIŞê ne, di navbera bajarokê Riyaz û bajarokê Hewîce ya başûrê rojavayê Kerkûkê wesayîteke DAIŞê kirine armanca êrîşê.

Hat zanîn di xefikê de şeş çekdarên DAIŞê hatine kuştin û piştî bûyerê DAIŞê tevdîrên ewlekariyê yên tund vergirtine û hewla peydakirina wan çekdaran dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu