ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Hejmara goriyên parêzgeha Heceyê li rojavaya Yemenê gihîşte 88 kuştî û birîndarî

Hejmara goriyên êrîşa vê dawiyê ya firokeyên şêrr ên rêjîma destdirêjker a siûdî li ser dawetekê li parêzgeha Heceyê li rojavaya Yemenê gihîşte 88 kuştî û birîndarî.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê malpera Ehdê, rayedarekî dermanî li Yemenê ragihand: Hejmara goriyên êrîşa ser vê dawetê li gundê El raqeyê li navçeya Benî Qêysê li parêzgeha Heceyê gihîştiye 33 kuştî û 55 birîndarî.

Beriya viya hejmara kuştî û birîndaran 50  kes hatibû ragihandin.

Kanala El Mesîrê roja bihurî anku Yekşemiyê li pey vê êrîşa destdirêjkeran ragihand: Firokeyên şêrr ên Erebistanê nahêlin ku tîmên gihandina alîkarê bên gundê Raqeyê.

Rêvebirê nexweşxaneya El Cumhuriyê li parêzgeha Heceya Yemenê jî got: Li nav birîndaran sîh zarok hene ku halê hinek ji wan xerab e û sê kesan jî dest an piyên wan jêbûne.

Firokeyên şêrr ên rêjîma siûdî roja bihurî hevdem digel vê cinayetê navçeya El Tîneyê ya ser bi Mîdiyê li parêzgeha Heceyê jî dan ber bombeyan ku di encamê da pênc endamên malbatekê canê xwe ji dest dan.

Erebistanê bi piştgiriya Imarat, Amerîka û çend welatên din ji Adara sala 2015an va êrîşa leşkerî bir ser Yemenê û hevdem ev welata ji erd, esman û deryayê va dorpêç kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu