CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Li Behra Spî bobelata koçberan: 150 winda

Şûbeya Lîbyayê ya Rêxistina Koçê (IOM) ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku di bobelata koçberan ya ku li peravên Lîbyayê çêbû da 150 kes winda bûn.

Di parvekirina ku IOMê ji sr hesabê xwe yê Twîtterê bi koda acîl parve kir da hat diyarkirin ku li peravên Lîbyayê tekneya ku koçber tê da bûn serobino bû.

Di parvekirinê da hat ragihandin ku biqasî 150yî koçber winda bûne û ji 145 kesan zêdetir koçber jî hatin xilaskirin.

Başa dön tuşu