EfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li beravên Lîbyayê 84 penaber winda bûn

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) 84 kesên ku di gemiya li beravên Lîbyaye de binav bûn, bê ser û şûn in.

Her wiha li gorî ragihandina dayira Ewlehiya Beravên Îtalyayê, 26 kesên ku di gemiya binavbûyî de bûn, ji aliyê gemiya bazirganiyê ya Îtalyayê ve, hatin rizgarkirin. Penaber di deryayê de bi rêya telefona berîkê, pêwendî bi parêzvanên hêzên Beravên Îtalyayê re danîn û piştî ku cihê wan hat kifşkirin, hatin rizgarkirin.

Dema gemiya bazirganiyê ya Îtalyayê gihîşt bota penaberan, botê av hildigirt. Gemiya bazirganiyê, 26 kes rizgar kirin û li gorî texmînên wan ji bo qepasîteya botê 100 kes bû, zêdeyî 84 kesî jî winda bibûn. Hat ragihandin ku penaberên ku hatine rizgarkirin bi keştiyên parêzvan ên dayira Beravên Îtalyayê, birine girava Lampedusaya Îtalyayê.

Li gorî raporên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ji sala 2014`an û vir ve, 350 hezar penarên ku ji ber şer û xîzaniyê, reviyan û bi rêya Îtalya û Libyayê gihîştin Ewropayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu