NûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Xerazî ligel serokomarê Iraqê

Serokê Konseya Sitratêjîk a Peywendiyên Derve ya Îranê ligel serokomarê Iraqê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Kemal Xerazî, serokê Konseya Sitratêjîk a Peywendiyên Derve ya Îranê ku li Bexdayê ye, şeva buhurî ligel Fuad Meisûm serokomarê Iraqê li bara meseleyên di navbera her du welatan da û yên navçeyê gotûbêj kir.

Kemal Xerazî ku li dewama serdana xwe ya welatên navçê duh giheşte Bexdayê, heta niha Heyder Ebadî, serokwezîr, Ibrahîm Ceiferî, wezîrê karên derve, Humam Hemûdî cîgirê yekem ê serokê parlimanê, Eyad Elawî serokwezîrê berê û Adil Evdilmehdî wezîrê nifta Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj pêk aniye.

Serokê Konseya Sitratêjîk a Peywendiyên Derve ya Îranê, berî serdana Iraqê, çûbû Libnan û Sûriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu