AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Hindê li hemberî daxwaza Amerîkayê ya rawestandina kirrîna nifta Îranê

Wezîrê niftê yê Hindê wek berteka li hemberî daxwaza rayedarên Amerîkayê ji bo rawestandina kirrîna niftê ji Îranê got: Dêhliya Nû li warê hilkolandina mijara kirrîna niftê ji Îranê li ser esasa berjewendiyên xwe yên neteweyî biryarê dide.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB Newsê, Darmêndra Pradhan got: Dêhliya NÛ li warê hilkolandina mijara kirrîna niftê ji Komara Îslamî ya îranê li ser esasa berjwendiyên xwe û ne di bin zext û tirsandinê dê biryarê bide.

Amerîkayê pêştir ji viya ji tevahiya welatan ji wan ji Çîn û Hindê xwestibû ku kirrîna niftê ji Îranê heta 4ê Mijdara 2018an bidin rawestandin.

Wezîra karên derve ya Hindê, xanima Sûşma Siwaracê demek beriya niha tevî amajeya bi vê yekê ku Dêhliya NÛ li dijî boykotên yekalî yên Amerîkayê dijî Îranê ye, got: Hin hevkariyên xwe yên giştalî bi Îranê ra didomîne û dê hema wisa nifta vî welatî bikirre.

Kirrîna nifta Îranê ji aliyê Hindê va tevî hebûna boykotên nû yên Amerîkayê, di meha Gulana îsal da derdora 700 hezar bermîlî di rojê da zêde bû ku asta herî zêde ji Cotmeha sala 2016an va heta niha tê hisabê.

Îranê sêyem welatê mezin e ku niftê difiroşe Hindê û sedî 12ê tevahiya kirrîna nifta Hindê ji derve, ji Îranê ye.

Başa dön tuşu