ÎranNûçeRojhilatanavin

Xweşrû: Jinavbirina çekên navokî, daxwaza rewa ya civaka cîhanî ye

Nunerê herdem ê Komara Îslamî ya Îranê li NY diyar kir: Dxwaza rewa û cidî ya civaka cîhanî jiholêrakirina çekên navokî yên van dewletan e ku ewlehiya xwe ya xeyalî di bêewlehkirina giştî de dibînin.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Xulamelî Xweşrû, balyoz û nunerê herdem ê Komara Îslamî yaÎranê li NY roja sêşemiyê liaxiftinekê li beşa  pilebilind a civîna  muzakira  belgeya hiqûqî ya qedexetiya  çekên navokî li Niyoyorkê got :Serneketina hewldanên navneteweyî û belgeyên mîna  NPT`yê derheq wêdebirina  gefa  mezin a çekên navokî, cihneanîna  berpirsiyariyên  jiçekkirina  navokî ji liyê welatên xwediyê çekên navokî ye.

Xweşrû destnîşan kir: Welatên xwediyê çekên navokî bêyî ku bala xwe bidin ser xwesteka cîhanî, li halê nûjenkirina  cebilxaneyên  xwe yên navokî û çêkirina  kumikên  navokî yên nû yên  kavilker in.

Wî her wiha  bal kişand ser boykotkirina  vê civînê ji aliyê welatên  xwediyê çekên navokî û got: Îran  wek goriyê çekên navokî gefa çekên tevkujiyê bi başî seh dike û micid e ku  hewldanên  dîplomatîk jibo rizgarkirina  mirovahiyê ji vê gefê çalakne beşdar bibin.

Nunerê herdem ê Îranê li NY tekez kir: Ev muzakire divê bibin sedema  pêkhatina belgeyeke  navneteweyî ku li gor wê çêkirin û berhemanîn, ceribandin, guhestin, bicihkirin, nûjenkirin û xebitandina  çekên navokî bi her awayî qedexe ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu