IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê taxa Mûharîbîn a rojhilatê Mûsilê bi temamî kontrol kir

Artêşa Iraqê piştî şerekî giran ku 10 rojan berdewam kir, taxa Mûharîbîn a Mûsilê kontrol kir. Lê hê jî çekdarên DAIŞê bi xwekujan û otomobîlên bombebarkirî êrîşan dikin.

Artêşa Iraqê taxa Mûharîbîn a rojhilatê Mûsilê bi temamî kontrol kir. Fermandarê Dezgeha Dije Terora Iraqê duh serdana vê taxê kir. Xelkê taxê li pêşiya malên xwe bi şahî û kêfxweşî pêşwaziya serbazan kirin.

Fermandarê Firqeya Zêrîn General Fazil Berwarî got; “Hêza DAIŞê nemaye ku beevaniyê li xwe bike. Ew dizanin ku şkestina wan a li Mûsilê misoger e. niha pişta xwe bi tenê bi xwekujan û teqînan ve girêdidin.”

DAIŞê 8 otomobîlên bombekirî şandine taxa Mûharîbîn lê 6 ji wan berî bigihin armancên xwe hatine teqandin.

Fermandarekî Firqeya Zêrîn Eqîd Îsmet ragihand, “DAIŞiyan ji bo çêkirina firokeyên sîxûrî filîne bikar anîne. Herwiha bi cîhazên basît çêkirine. Lê diyare ku di vî warî de zanyariyên wan hebûye.”

Di heştemîn hefteya operasyona Mûsilê de Artêşa Iraqê kariye heta niha 7 taxan bi temamî kontrol bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu