ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Hemî nûçegihanên Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê çapa Erebistana Siûdî ji ber bêhurmetiya vê rojnameyê li jinên iraqî ji navçeyên opêrsiyona artêş û hêzên gelanî yên Iraqê werin derxistin

Artêşa Iraqê ferman da ku hemî nûçegihanên Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê çapa Erebistana Siûdî ji ber bêhurmetiya vê rojnameyê li jinên iraqî ji navçeyên opêrsiyona artêş û hêzên gelanî yên Iraqê werin derxistin.

Ajansa nûçeyan a Berasayê roja duşemiyê ji zarê daxûyaniya fermandetiya opêrasiyona hevpar a artêşa Iraqê ragihand: Her nûçegihanê ku li navçeyên opêrasiyonê ji Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê ra nûçeyan dişîne gere ji van navçeyan bê derxistin.

Fermandetiya opêrasiyona hevpar a artêşa Iraqê li daxûyaniya xwe her viha got: saziyên têkildar ên iarqî gere ku tevdîrên pêwîst ji bo derxistina nûçegihanên Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê ji navçeyên opêrasiyona artêşê pêk bînin.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê bi derew û tawanbarkriinê li dû xerakirina navê artêşa Iraqê ye da ku serketina vê artêşê li dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên îmam Huisên (S) û azadkirina navçeyên cûrbicûr ên parêzgeha Nêynewayê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê negirîng nîşan bide û fermandetiya hevpar a artêşê li berteka li hemberî vê kiryara dijî xalên ragihandinê biryar da ku çalakiya nûçegihanên siûdî ji hemî deverên opêrasiyonê yên xwe bilez qedexe bike.

Nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî roja yekşemiyê ji Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê xwestibû ku ji ber bêhurmetiya li jinên iraqî lêborînê bixwaze; Lê hela tu lêborînxwaziyek wernegirtiye.

Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê roja 20`ê Mijdara 2016`an bi îdiaya rapora saziya Tendirustiya Cîhanî nivîsîbû ku hinek ji jinên iraqî ku beşdarî rêûrisma Erbeyîna Îmam Hisên (S) dibin, peywendiyên nerewa (ne meşrû) pêk tînin û çend babetên ducanîbûnê jî di nava wan da hatine dîtin.

Eva li halekî ye ku Saziya Tendirustiya Cîhanî îdiaya Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê red kir û ragihand ku ew ê ji ber girêdana rapora nerast bi vê saziyê dozekê li dijî Rojnameya siûdî ya El Şerq El Ewsetê vebike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu