CîhanEwropaNûçe

Li Brezîlyayê di 3 girtîgehan da 42 mehkûm mirî hatin dîtin

Hat ragihandin ku li eyaleta Amazonasê ku dikeve bakurê Brezîlyayê, di sê girtîgehan da 42 mehkûm mirî hatin dîtin.

Rayedaran diyar kir ku pêr li Girtîgeha Anisio Jobimê ya li Manausa bajarê Amazonasê şer derket û 15 mehkûm hatin kuştin, duh jî li sê girtîgehên heman bajarî 42 mehkûm mirî hatin dîtin.

Li gor daxuyaniya yekeya girtîgehê ya eyaleta Amazonasê, li gor texmînê 42 mehkûmên hersê girtîgehan xeniqî ne.

Wezareta Edalet û Asayîşa Qamûyê ya Brezîlyayê daxuyand, ji bo ku rewşa girtîgehan were kontrolkirin, ekîbên hêza taybet hatin şewqkirin.

Li Girtîgeha Anisio Jobimê ya li bajarê Manausê pêr dema ziyaretê mehkûman li hev xist û 15 mehkûm hatin kuştin.

Li heman girtîgehê di rêbendana 2017an da serhildan çêbûbû, 56 mehkûm miribûn, gelek mehkûman di wê xirtoşeyê da firar kiribûn.

Başa dön tuşu