CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Li Brezîlyayê xwepêşandaran avahiya wezareta darayî û çandinî şewitandin

Piştî ku li Brezîlyayê xwepêşandaran agir berdane avahiya wezareta darayî û çandinî û şewitandin hikûmetê dîrektîfa valakirina avahiyan da û artêş kete kolanên paytex Brasiliayê.

Xwepêşandar Serokê Dewleta Brezîlyayê Michel Temer bi gendelî û bertilxwarinê tohmet dikin û dixwazin dev ji erkê serokatiya welat berde. Xwepêşandaran agir berdane avahiyên darayî û çandinî û şewitandin. Wezaretê dîrektîfa valakirinê da hemû karmend û xebatkarên xwe, paşî hikûmetê dîrektîf ji hemû wezaretan re şand ku avahiyan vala bikin.

Avahiyên dewletê ji terefê yekîneyên leşkerî yên artêşa Brezîlyayê ve têne parastin.

Leşker û polîs li hemberî xwepêşandaran xaza rondikrêj bikar anî. Xwepêşandaran polîs bi bikaranîna çekan tohmetbar kirin û ragiahndin ku kesek birîndar bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu